Zanîngeha Kerkûkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li zanîngehê lidarxistina şahiyên bi cilûbergên neteweyî li xwendekaran hatiye qedexekirin.
Zanîngeha Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku lidarxistina şahiyan ya bi cilûbergên neteweyî li xwendekaran hatiye qedexekirin. Li zanîngehê herwisa hinek cûreyên mûzîk û amûrên DJsî hatine qedexekirin.
Çavkaniyên kurdan derbar3e vê biryara zanîngehê de radgihînin ku armanca vê qedexeyê cilûbergên kurdî ne, ji ber ku zêdetir xwendekarên kurd bi cilûbergên xwe yên neteweyî diçin zanîngehê û şahiyan li dar dixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin