Ev karwana sêyeme ku ji aliyê Koreya Başûr ve radestî Îraqê tê kirin.
Wezareta berevaniya Îraqê diyar kir ku pêncşem karwaneke din ya balefirên şer yên ku Îraqê ji Koreya Başûr kirîbûn, li Bexdayê radestî wezareta berevaniya Îraqê hatiye kirin.
Wezareta berevaniya Îraqê herwiha diyar kir ku di du rojên derbasbûyî de jî du karwanên din yên wan balefiran yên ku ji cureya T50 ne gehêştine Bexdayê û radestî wezareta berevaniya Îraqê hatine kirin.
Kirîna wan balefiran di çarçoveya peymanekê deye ku di sala 2013an de di navbera Îraq û Koreya Başûr de bo kirîna 20 balefirên şer yên cureya T50 bi buhayê 21 miliyon dolaran hatibû îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin