Biryara darde kirinê bo xuşka Bexdayê hat pesend kirin

endama DIŞIê bûye
کوردستان TV
100%

Dadgeha Îraqê biryara darde kirinê bo xuşka Xelîfeya DIŞIê pesend kir.

Di vê derbarê de peyvdarê civata dadgehabilind ya Îraqê Ebdulstar Bayraqdar diyar kir ku dadgeha bilind ya Îraqê wenêrîn bo dosyeya xuşka Xelîfeya DIŞIê Ebûbekir Bexdadî kiriye û derketiye ku xuşka Bexdadî jî endama DIŞIê ye.

Ebdulstar Bayraqdar herwiha diyar kir ku dadgeha bilind ya Îraqê biryara dadgeha Îraqê ya derbarê xuşka Bexdadî de ku têde cezayê darde kirinê bo der kiribû pejrandiye.

Bayraqdar diyar kir ku hevjîn xuşka Bexdadî jî endamê DIŞIê bûye lewre bo vî jî biryara darde kirinê hatiye dayîn.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.