Sê parlementerên HDPê birîndarin.
Di Meclîsê de parlamenterên AKP’ê ji ber axaftinan Wekîlê HDP’ê Mahmut Togrul a li ser Efrînê êrişê wekîlên HDP’ê kirin. Di êrişê de wekîlê HDP’ê Muslim Dogan û Mahmut Togrul birîndar bûn.
Dema di Meclîsê de yasaya teşfîkê ya pêşnûmeya torbe dihat axaftin, wekîlên AKP’ê ji ber axaftina wekîlê HDP’ê ya li ser Efrînê êrişê wekîlên HDP’ê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul dema ku got li Efrînê Paqijiya Etnîkî tê kirin Parlamentera Konyayê yê AKP’ê Leyla Şahîn Usta êrişê Togrul kir û got: “Leşker ji bo welat şer dike, heke sivîl tên kuştin ew ji aliyê PKK’î yê hevalê we ve tên kuştin, tu nikarî li ser vê kursiyê wisa biaxivî, ji ber van axaftinên te we şermezar dikim”.
Li ser van nîkaşên di navbera Togrul û Şahînê de pirtirê parlamenterên AKP’ê yên li Meclîsê êrişê parlamenterên HDP’ê kirin. Êrişên parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên HDP’ê li cihê kursiyên HDP’ê bi kulman pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Muslim Dogan û Mahmut Togrul bi derbên li wan ketin birîndar bûn. Parlamenter ji ber birîndar bûn ew birin cihê alîkariya tenduristiyê ya destpêkê û hatin dermankirin.
‘100 kes êrişê 3 kesan kirin’
Piştî qîrîna parlamenterê AKP’ê Mehmet Ugur Dîlîpak ya bi ser parlaminterê HDP’ê yên jin de got: “Emê we bikin zilam”, parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanê gotinê da û got: “Na em dê nebin zilam em dê bibin jin û hun jî hênî vê bibin”. Her wiha Bayram Ozçelîk gefh û gurê Meral Dınış Beştaşê kir û şûn ve 100 parlamenterên AKP’ê êriş birin ser 3 parlamenterên HDP’
Piştî êrişa demdirêj hin parlamenterên AKP, CHP û HDP’ê ketin navberê êrişê û alî ji hev hatin cihêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin