Mesrûr Barzanî: Gelek bijarde li berdem Kurdistanê ne

Newzealnd spasiya Kurdistanê dike
مەسرور بارزانی: هەرێمی کوردستان بؤ داکۆکی لە مافەکانی بژاردەی زۆری لە بەردەمدایە
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel balyozê Newzealand yê li Îraqê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Newzealandê yê li Bexdayê Bradley Sadun kir.

Di civînê de rewşa dawî ya deverê, têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê, berdewamiya hemahengiya zêdetir di çarçoveya hewlên navnetewî yên li dijî terorê hatin nirxandin.

Balyozê Newzealandê Bradley Sadun hevdem li gel pesindana rola Kurdistan û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de, amade bûna welatê xwe jî ya ji bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Newzealandê diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê bi dawî werin daku derfet bo aştî aramî û vejandina abûrî were afirandin.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser berdewamiya Kurdistanê di şerê dijî terorê de di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî de kir û got: Kurdistan rixmê tevahiya kêşe û astengiyan di rêza pêş ya şerê dijî terorîstan de dimîne.

Derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî got: Kurdistan dixwaze li gorî destûrê kêşeyên heyî werin çareserkirin lêbelê eger binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê berdewam be vê demê Kurdistan nikare bêdeng bimîne û gelek bijardeyên din yên destûrî li berdem Kurdistanê dene bo ku berevanî ji mafên xwe bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.