Koalîsyon bang li Tirkiyê dike ku operasyona dijî Efrînê rawestîne

daxwaz ji Tirkiyeyê dikin li berdem şerê dijî DIŞIê nebe asteng
کوردستان TV
100%

Koalîsyona Navnateweyî ya Têkoşîna dijî DIŞIê bang li Tirkiyê kir ku operasyona dijî Efrînê rawestîne.

Bedevkê Koalîsyonê Kolonel Thomas Veale ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ew dixwazin hemî alî bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DIŞIê.

Veale da zanîn ku divê hemî li gor biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo agirbesta Sûriyê tevbigerin.

Veale got: Koalîsyon dê dema agirbestê jî piştgirîya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bike.

Veale diyar kir ku DIŞI bo hemî welatan ‘’dijminê hevpar e û gefeke mezin e’

Pentagonê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku jiber operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD’ê dike, derbazî Efrînê dibin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.