CHPê serdana HDPê kir: Fikarên me hevpar in

CHP di çarçoveya daxwaza xwe ya ji bo yasaya nû ya hilbijartinê de îro serdana HDPê kir
کوردستان TV
100%

CHP di çarçoveya daxwaza xwe ya ji bo yasaya nû ya hilbijartinê de îro serdana HDPê kir. Piştî civîna dualî daxuyaniyeke hevpar ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de berpirsê şandeya CHPê Ozgur Ozel got, “Fikarên me hevpar in.” Berdevkê HDPê Bilgen jî got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em karibin bi hevdu re bipeyivin.”
Şandeyeke Partiya Gel ya Komarê (CHP) îro bi serokatiya Serokwekîlê Koma CHPê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel di çarçoveya daxwaza partiya xwe ya ji bo yasaya nû ya hilbijartinê de îro serdana HDPê kir. Şandeya CHPê ji aliyê şandeyeke HDPê ya bi serokatiya Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtina herdu aliyan civîneke hevpar ya çapemeniyê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma CHPê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel di wê civîna çapemeniyê de got, "Em li ser nîqaşên tifaqa partiyan ya ku ewlehiya hilbijartinê ji holê radike û gelek bêdadî, neheqî û hinek sazkirinên lehe partiya desthilat di xwe de dihewîne, serdana partiyên siyasî dikin ku me ev serdana xwe bi HDPê berdewam kir. Me beriya bîstekê bi rêveberên HDPê re hevdîtin pêk anî û me fikarên xwe ragihandin."
Ozel anî ziman ku derbarê mijarê de fikarên herdu partiyan hevpar in û got, "Fikara me ya sereke ew e ku di şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) de hilbijartin ne pêkan e. Divê hilbijartin bi awayekî adilane, şefaf û demokratîk û ji her cûreyê fişaran dûr werin lidarxistin. Divê Rewşa Awarte tavilê were rakirin."
Piştî Ozel Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li ser şandeya HDPê axivî û got, "Ger em dê li vî welatî bi hevdu re bijîn, divê em karibin pirsgirêkên vî welatî bi hevdu re bipeyivin. Pêşiyê parêzbendiyên parlamenterên me hatin rakirin û paşê jî parlamenteriya wan hat betalkirin. Ji ber vê yekê ji bo ku em karibin behsa ewlehiya hilbijartinê bikin, pêşiyê divê rêz li îradeya kesên hatine hilbijartin were girtin. Di vê projeyasayê de xalek nehatiye nivisîn ku kesên beşdarî hevpeymana AKP-MHPê nabin, dikin dijmin. Ev jî dê li welêt aloziyê zede bike."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.