hêzên NATOyê li ser daxwaza Iraqê li wî welatî dimînin.
Jens Stoltenberg di serdana xwe ya li Bexdayê de ragihand. Ew li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li wî welatî ne, ne ku bê razemendî û bi vexwandina Iraqê re li wî welatî ne.
Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê piştî wê yekê tê, ku berî 4 rojan parlemantoya Iraqê daxwaza diyarkirina dema vekişandina hêzên biyanî kiribû.
Jens Stoltenberg tekez kir, hêzên 19 welatên ku di çarçoveya NATOyê de li Iraqê ne, rahênankirinê bi hêzên Iraqî dikin, bi taybet di warê pûçkirina bombeyên vedayî, bijîşkiya leşkerî û çakirina keresteyên leşkerî de.
Herwaha got, NATO dê di rahênankirina hêzên Iraqî de berdewam be, ta tekez dibe ku DIŞI careke din serî hilnede.
Sekreterê giştî yê NATOyê ragehand, NATO dê hevkariya Iraqê ji bo avakirina dibistan û akademiyên leşkerî bike û kar ji bo çaksaziya dezgehan û nehîştina gendeliyê bike.
NATO: Em li ser daxwaza Iraqê li Iraqê ne
Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg radigihîne
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin