Berpirsê ofîsa ezdiyên rizgarkirî Husen Qaîdî di axaftina xwe de got: "Dibe heyeteke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bûyera Şingalê ku ezdi rastî jenosîdê hatin herin Fransayê û dosyayekê pêşkêş saziyên fermî bikin."
Husen Qaîdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez jî di nava heyetê de cih digrim. Em ê bi Serdozgeriya Fransa û bi Wezareta Navxweyî re hevdîtinan pêk bînin û dosyaya ku ji bûyerên Şingalê hatiye amadekirin pêşkêşî wan bikin."
Qaîdî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rêxistina terorîst a DIŞIê gelek zilm û zorî li ezdiyan kir, em ê ji Fransayê ji bo qebûlkirina jenosîdê alîkariyê bixwazin."
Hikûmeta Kurdistanê jenosîda ezdiyan dibe Fransayê
Hat ragihandin ku heyeteke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dosyaya jenosîda ezdiyan pêşkêş bike dibe here Fransayê.
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin