Piştî dijwarbûna êrîş û bombebarana artêşa Tirkiyeyê û komên piştgiriya wan dike, gund û navçeyên sînorî yên Efrînê neçar dimînin koçberî navenda bajarê Efrînê bibin.
Hat ragihandin ku ji 20ê Çileya 2018an ve êrîşa ser Efrînê destpê kiribû ve heta niha bi dijwarbûna êrîşên topxaneyan û balafiran re bêhtirî sed hezar şêniyên gund û navçeyên sînorî koçberî navenda bajêr bûne.
Li gor ragihandina peymanêrê Kurdistan 24ê ji Efrînê, hejmara niştecihên neçarî koçberiyê bûne û di şert û mercên giran de derbasî navenda bajarê Efrînê bûne gihîştiye bi qasî 150 hezar kesan.
Tê driyarkirin ku herî zêde ji herêma Cindirêsê xelk koçber bûne ku di van rojên dawiyê de rastî êrîşên dijwar tê.
Li gor jêderên herêmê, herwiha malbatên koçber dibin ji ber îhtimala talan û diziyê kelûpelên xwe jî bi xwe re dibin navenda Efrînê û li wir jî bêyî ti alîkariyeke mirovî ya dezgehên navdewletî di mercên giran de jiyana xwe berdewam dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin