Artêşa Tirkiyê gundê Firêriyê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve topbarana kir, di encamê de ta niha 2 şehîd û 8 birîndar hene.
di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Firêriyê de 2 kesên sivîl şehîd bûn, yek ji wan zarok bû û 8 sivîlên din jî birîndar bûn
Ev yek di demekê de ye, ku îro êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeya Efrînê gelekî bi giranî bû, ku li navçeya Cindirêsê 13 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.
Herwiha li navçeya Raco jî otombîleke sivîlan hate armanckirin û di encamê de pîrejineke 90 salî şehîd bû û 21 sivîl jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin