Bi amadebûna parêzgarên Mûsil û Dihuokê rêya navbera Dihuk-Mûsilê piştî 4 salan bi fermî ji bo bazirganiyê hate vekirin.
Di konferanseke rojnamevaniya hevbeş de, her du parêzgarên Dihuk û Mûsilê ragihandin û dane xuyakirin, ku plan heye pêngav bi pêngav tevgera bazirganî ya navbera Mûsil û Dihukê were çalakkirin.
Parêzgarê Dihukê Ferhad Etrûşî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, rêya Dihuk-Mûsilê ji bo bazirganiya navbera Kurdistanê û Iraqê herwiha welatên din jî giringiya xwe heye, ji ber ku yek ji rêyên sereke yên Iraqê ye û tekez kir, ku vekirina wê rêyê dê ji bo xelkê asayî û bazirganan sûda wê hebe.
Etrûşî diyar kir, piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve û bi alîkariya hêzên pêşmerge, wan daxwaz ji serkirdatiya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kiribû, daku di vekirina wê rêyê de lezê bikin û got: Niha jî em hêvîdarin ku Pêşmerge û Artêşa Iraqê ewlehiya deverê û wê rêyê biparêzin.
Di dema vekirina riya Dihuk- Mûsilê de, Parêzgarê Neynewayê (Mûsilê) Newfel Hemadî jî ragihand, wan bi biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, biryara vekirina rêya bazirganî ya di navbera Dihuk-Mûsilê de daye.
Newfel Hemadî herwiha got, ev yek dê bibe destpêkeke herî baş ji bo vegerandina jiyanê ji bo bajarê Mûsilê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin