Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Norwêjê ya bo Îraq û Urdinê xatû Tone Allers kir.
Di civînê de balyoza Norwêjê rêzdariya welatê ya xwe ya li hember qurbanîdana hêzên pêşmerge û Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir û anî ziman ku Norwêj bi girîngî li rola Kurdistanê ya li herêmê de dimizîne.
Tone Allers herwiha diyar kirk u Norwêj dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretrir û bihêztir bike.
Allers herwiha piştgîriya welatê xwe jî ya ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku ew danûstandinên han bilez bigehêjin encameke baş.
Di berdewamiya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Tone Allers di postê xwe nû de xwest û jiber wan hevkariyên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de pêşkêşî Kurdistanê kiriye, spasiya Norwêjê kir.
Mesrûr Barzanî derbarê rewşa dawî ya Îraq û deverê de jî ragihand ku lazime civaka cîhanî bi awayekî ektîftir erkên xwe li deverê de cîhbicîh bike daku derfet bo dubare serhildana teror û tundûtîjiyê nemîne.
Derbarê têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî Mesrûr Barzanî got: Me giftûgo li ser esasê cîhbicîh kirina destûrê kiriye û Kurdistan erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lê li Bexdayê tenê xwe vedizîn ji cîhbicîh kirina destûrê weke yek pakêc heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin