Hunermendekî Kurd li Îranê hat darve kirin

Hunermendekî Kurd li girtîgehê hat darde kirin
کوردستان TV
100%

Stranbêjek kurd ê ciwan li girtîgeha Kirmaşanê hate darve kirin.

Li gor raportên çavkaniyên mafê mirov li rojhilatê Kurdistanê, îro 04.03.2018ê stranbêjeke ciwan li girtîgeha Dîzlabad a Kirmaşanên hatiye darve kirin.

Malpera Hengaw vê derbarê de ragehand, stranbêjê kurd Keywan Raşxar ê kurê Mewlûd û temenê wî 27 sal, îro demjimêr 05:00ê sibê li girtîgeha Dîzlabad a Kirmaşanê ji aliye saziya dadweriya Îranê ve hate darve kirin.

Keywan Raşxar xelkê gundê Zerduwî yê ser bi Pave yê rojhilatê Kurdistanê ye û 5 sal berî naha bi tometa kuştina kurxaletê xwe yê bi navê Teymûr Zar hatiye girtin û piştre ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hukmê darve kirinê lê hatiye birîn.

Stranbêjê Kurd Keywan Raşxar sala 2011ê albûmek kurdî belav kir.

Li gor gotinên yek ji kesûkarê wî stranbêjê ciwan îro termê wî li goristan Weys bi axê hatiye spartin.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.