Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Rehîm Sefewî operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê weke "dagirkerî" bi nav kir.
Li gor ajansa nûçeyan a Îranê Mehr News Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Rehîm Sefewî diyar kiriye ku Tirkiye jî ligel Amerîkayê welatê Sûriye dagir kiriye û yekîtiya axa wê binpêkiriye. Sefewî herwiha eşkere kiriye: “Stratejiya Amerîkayê li ser bingeha bikaranîna hêzê ye, lê ev siyaset êdî têk çûye.”
Rehîm Sefewî ragihandiye ku ji bo jinavbirina Sûriyê ji destpêkê ve armanca Amerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewropayê, Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin û Tirkiye ew e ku li herêmê krîzek derxin û zirar bidin jêrxan û yekîtiya axa Sûriyê, lê belê rastî têkçûneke mezin hatine.
Sefewî destnîşan kiriye ku Amerîka bi awayekî li dijî hiqûqa cîhanî, li Sûriyê bi cih bûye û gotiye: “Em hêvî dikin ku Artêşa Sûriyê û Hêzên Şebî wan ji rojhilatê Firatê derxin û yekîtiya axa wî welatî dabîn bikin. Ligel van tiştan, divê Beşar Esed rêyên siyasî jî bişopîne.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin