Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanyayê ji bo karûbarên Neteweyên Yekgitî û Nûnerê Serokwezîra Brîtanyayê ji bo rêgrtin li tundiya seksî li deverên nakokîdar lord Ahmed û şandeya pê re kir.
Lord Ahmed kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û hevkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan li deverê û bi taybetê li deverên şer lê bû, bilind nirxand û got ku di vê çarçoveyê de, hikûmeta Brîtanyayê amadeye hevkarî û hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya nirxandina şandeya mêvan û hevkariyên Brîtanyayê yên di warê mirovî de ji bo Herêma Kurdistanê kir û dupat kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan dide û ev yek acendaya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe.
Di civînê de behsa pêşhateyên herêmî û Îraqê û çewaniya berhingarbûna tundûtûjiyê kir û di vî warî de Serokwezîr tekîd li ser rola perwerdeyê ji bo perwerdekirina takekî saxlem di civakê de û dûrkeftin ji şidetê kir.
Rewşa herêmî bi giştî, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û şerê dijî terorê çend mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin