Li zêdetirî sed gund û mezrayên girêdayî navçeyên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandinî
Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li 115 gund û mezrayên ser bi navçeyên Licê, Hênê û Karazê ya Amedê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Qedexê danê sibê destpê kir û ne diyar e ka wê heta kengî dewam bike.
Ev nêzî 2 salan e ku proseya çaresriyê têkçûye, bi dehan bajar û bi sedan gund, mezra û zozanên Bakûrê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin û heta niha qedexeya li ser gelek deverên Bakûr berdewaê dike û ev yek jî bandoreke gelek neyînî li ser jiyana xelkê wan deveran pêk tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin