Di Salekê de li Iranê 112 Kurd hatine bidarve kirin

di salekê de Îran 112 welatiyên Kurd îdam kiriye
کوردستان TV
100%

Nêzîkî ji sedî 20, ji wan kesên ku di sala borî de di zîndanên Îranê de hatine bidarve kirin, welatiyên Kurd ên Rojhelata Kurdistanê ne.

Li gorî amara tomarkirî ya navenda Hengaw a mafê mirovan, di sala 2017 an de 112 welatiyên Kurd ên Rojhelata Kurdistanê û navçeyên Kurdan ên bakur û rojhelata Îranê bûn hatine bidarvekirin, ku ev jî, ji sedê 19 ji hejmara wan kesan pêk tê, ku li wî welatî hatine bidarve kirin.

Her di wê demê de, dû kes bi tohmetên siyasî û Olî hatine bidarve kirin, ku ew her dû kes jî Kurd bûn.

Civata mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî ragehandibû , di sala borî de 482 kes di zîndanên Îranê de hatine bidarve kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.