Tirkiyê hejmara kuştiyên xwe eşkere kir

tirkiye neçar ma li xwe mikor were
کوردستان TV
100%

Êrişa artêşa tirk a li ser Efrînê berdewam dike û Tirkiyê hejmara kuştiyên xwe eşkere kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nuredîn Canikli di derbarê operasyona li dijî Efînê de axivî û ragihand ku 41 jê leşkerên tirk û 116 jî jê çekdarên ku navê ‘artêşa azad’ li xwe kirine, bi giştî 157 leşker û çekdarên wan hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û çekdaêrn girêdayî wê ku 20ê Çileyê destbi êrişa xwe ya bo ser Efrînê kiribûn, tevî ku ji aliyê Encûmena Asayîşa Navdewletî ve li seranserê Sûriyê agirbest hatiye ragihandin jî êrişa xwe berdewa dikin û di encam de heta niha hejmareke zêde ya xelkê sivîl canê xwe ji dest dane.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.