Serokê berê yê Rêvebiriya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, ku piştî referanduma serxwebûnê ji kar hatibû dûr xistin, diyar kir ku ewê bo Seroktiyê nebe berendam.
Puigdemont, ji hesabên xwe yên sosyal medya ragihand ku wî ‘’bi awayekî demkî dest ji Seroktiya herêmî berdaye û ew tekane rêya avakirina hikûmetê ye’’
Di Cotmeha 2017’an de piştî referanduma serxwebûnê, ku piraniya dengan bo serxwebûnê hatibûn dayîn, Puigdemont biryara serxwebûnê ragihandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin