66 stranên Kurdî jî aliy TRT ve hatin qedexe kirin

qedexe kirina zimanê Kurdî dubare dikeve rojevê
کوردستان TV
100%

TRTyê aşkere kir ku wan qedexeya 2016ye ne ji bo stranbêjan lê ji bo stranan aniye. Di nava stranên qedexekirî de 66 stranên Kurdî heye.

Piştî derket holê ku kanala fermî ya Tirkiyeyê TRTyê di sala 2016yê de qedexe daniye ser stranan, saziyê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya TRTyê biryara qedexeyê piştî ku Serokatiya Lijneya Koordînasyon û Kontrolkirinê ya Weşanê ya TRTyê kontrol kiriye hatiye dayin. 142 stranên bi Tirkî û 66 jî yên bi Kurdî hene di lîsteyê de. Ev stran di çarçoveya Benda 1ê ya Xala 8ê ya Yasaya Derbarê Xizmetên Weşanê û Saziyê ya Radyo û Televizyonan a hejmar 6112yê ji ber gotinên wan ji sala 2016yê û heta niha di 14 kanalên TRTyê de nayên weşandin. Yasa 3yê Adarê yê 2011yê ketiye meriyetê.

TRT: “Li hemû saziyên weşanê hatine qedexekirin”

Rêveberiya TRTyê ji Komisyona Saziyên Dewletê yên karên aboriyê dikin (KİT) ya Parlamentoyê re lîsteya stranên qedexekirî şandiye û gotiye ku ev stran ne tenê li TRTyê, lê li hemû saziyên weşanê hatine qedexekirin.

Rêveberiya TRTyê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku nûçeyên derbarê lîsteya stranên xedexekirî de ne rast in û biryara qedexeyê ne ji bo stranbêjan lê ji bo stranan hatiye girtin.

66 stranên Kurdî jî qedexe ne

Di nava lîsteya stranên qedexekirî de 66 stranên stranbêjên Kurd jî hene ku Ciwan Haco, Karabetê Xaco, Mihemed Şêxo, Koma Agirê Jiyan, Rojda, Mem Ararat çend ji wan in.

Di nava stranên ku hatine qedexikî de strana Ciwan Haco ya “Sê Sê”, “Dil Ketmê”, ya Mihemed Şêxo ya bi navê “Ay lê gulê”, yên Mem Ararat ên weke “Gazin”, Lorîka Cemîla” û hinên din jî hene.

Li gel van stranbêjên Kurd, stranbêjên Tirk ên weke Nazan Oncel, Husnu Arikan, Onur Akin, Sila, Bengu, Yeşîm Salkim û Nukhet Dûrû jî heye.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.