Li Tirkiyeyê di girtîgehan de 402 jê giran 1154 mehkûmên nexweş hene

hijmareke zêde nexweş di girtîgehên Tirkiyeyê dene
کوردستان TV
100%

Komeleya Mafê Mirovan daxuyand ku anha di li Tirkiyeyê 402 jê giran 1154 mehkûmên nexweş li Tirkiyeyê di girtîgehan de tên girtin. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku divê tedawiya mehkûmên din jî bên kirin ya na ji ber rewşa nebaş ew jî wê bikevin lîsteya nexweşên giran.

Komîsyona Girgîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (IHD) lîsteya mehkûmên nexweş yê di girtîgehên li Tirkiyeyê de nû kir. Li gor lîsteya nû ya IHDyê li Tirkiyeyê 402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene.

Lîste ji aliyê şaxa IHDyê ya Îzmîrê bi daxuyaniyekê ve hat eşkerekirin. Cîgira Berpirsa Girtîgeh û Rêxistina IHDê Necla Şengul jî beşdarî daxuyaniya lîsteya nû bû û got, divê demildest 402 girtî serbest bên berdan. Her wiha Şengul di axaftina de anî ziman ku divê tedawiya mehkûmên din jî bên kirin ya na ji ber rewşa nebaş û nexweşiyên wan ew jî wê bikevin lîsteya nexweşên giran.

Piştî daxuyaniyê raporta komisyonê hat eşkere kirin ku rewşa girtiyan di heyama rewşa awarte (OHAL) de xiraptir bûye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.