Behsa rewşa Kurdistan û Îraqê kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel endama Senaya Amerîkayê Kay Granger civiya.
Di vê civînê de jiber piştgîriyên Kay Granger ya ji bo Kurdistan û hêzên pêşmerge, Mesrûr Barzanî spasiya nav hatî kir.
Di civîna navbera Mesrûr Barzanî û Kay Granger ku hevdem Seroka komîteya berevaniyê ya Senaya Amerîkayê ye jî, behsa rewşa Kurdistan û Îraqê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin