Nemir Mela Mistefa Barzanî li Amedê hat bibîranîn

li Amedê jî nemir mele Mistefa Barzanî hat bîranîn
کوردستان TV
100%

 Li Amedê partiyên siyasî yên Kurd bi helkefta 1ê Adarê, 39. salvegera wefata rêberê mezin ê kurd û pêşengê bizava rizgarî ya gelê kurd Nemir Mela Mistefa Barzanî, çalakiyekî bibîranînê li darxistin. Di çalakiya bîranînê de sîyasetmedarên PDK-Bakur, PAK, PSK, PDK-T, Tevgera AZADÎ, OSP jî amade bûn.

Serok û berpirsên partiyên Bakûrê Kurdistanê di vê bîranînê de di derbarê jiyan û Şoreşa Nemir Mela Mistefa Barzanîyê de axaftin kirin û jiyan û xebata Nemir Barzanî ya ji bo rizgariya netewa Kurd vegotin.

Serok û berpirsên partiyên Kurd di axaftinên xwe de bal kişandin ser şoreşa azadiyê û xwedîderketina mîrata Mele Mistefa Barzanî û wiha hat gotin: ‘Divê her Kurd dîroka xwe baş binasê û di rêya azadiyê de xebatên xwe li gor esasa rê û rêbaza komitanê mezin Nemir Mela Mistefa Berzanî bimeşîne.’

Herwiha hat gotin ku Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe di vê rêya rizgariya gelê xwe de qurbanî kiriye. Tu caran dev ji doza xwe bernedaye û tim xebatên di rizgariya gelê xwe de domandiye. Nifşên nû û nêviyê wî jî wî bi rêz û hurmet bibîrtînin û di rêya wî de sozê didin ku wê xwedî li maf û doza rêewa derkevin û wê her dem xebatên xwe ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê bimeşînin bikin.

Piştî axaftinan sîyasetmedar û beşder li ber sûretê Mela Mistefa Barzanîyê Nemir gûl û kulilk danîn û bibîranîn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.