39 sal biser wefata Rêberê azadîxwazê Kurdistanê derbas bû

îro roja wefata rêberê netewî yê gelê Kurde
کوردستان TV
100%

Ked û beşdarikirina wî, di serhildanên Şêx Mehmûdê Hefîd û Şêx Seîdê Pîran diyare. Herweha di damezrandina komara Kurdistan li Mahabad rolekî taybet leyîztiye. Agirê Şoreşa Îlonê, ku dibe bingeha destkeftên dema nu ya başurê welatê me, bi saya serê ked û xebata serokê nemir hatibu pêxistin û geşkirin.

PeyamaKurd-Serokê nemir Mistefa Barzanî, rêberê Tevgera Azadixwaza Netewa Kurd, berî nuha bi 39 salan wek îro 1ê Adarê sala 1979’de koça dawiyê kir.

Di derbareya serokê nemir de, çend tişt bêne nivîsandin her kême. Ji ber ku ked û xebata wî di dîroka miletê Kurd de, cihekî taybet girtiye.

Hê di zaroktiya xwe de, haya wî ji hestên bindestiyê dibe.

Belê, hê di zaroktiya xwe da zilm û zordariya Osmaniyan dibîne.

Ew dibîne çawa têne girtin û çawa zîndanî dibin.

Ew dibîne, çawa birayê wî Şêx Ebdulselam Barzanî li hember zilm û zordariya Osmaniyan şerê Azadiyê dimeşîne.

Ew dibîne, ka çawa brayê wî yê xoşewîst Şêx Ebdulselam tê darvekirin...

Ji xwe, ji roja darvekirina Şêx Ebdulselam, Mela Mistefayê nemir weha dibêje, „Mirin heye lê teslimbun nine!“

Ev Şîara hanê dibe nexşerêya jiyana wî ta dawiya nefesa wî û bi vî hawayî netewa Kurd dighîne qonaxekî, ku dwayî sedsalan dikevin rojeva tevaya Cihanê bixwe...

Em tevaya Tevgera Azadixwaz ya Miletê Kurd de rastê navê Mela Mistefa Barzanî yê nemir tên.

Ked û beşdarikirina wî, di serhildanên Şêx Mehmûdê Hefîd û Şêx Seîdê Pîran diyare. Herweha di damezrandina komara Kurdistan li Mahabad rolekî taybet leyîztiye. Agirê Şoreşa Îlonê, ku dibe bingeha destkeftên dema nu ya başurê welatê me, bi saya serê ked û xebata serokê nemir hatibu pêxistin û geşkirin.

Herweha, Peymana 11ê Adarê, ku di dîroka Tevgera Azadîxwaz a Netewa Kurd de cihek taybet girtiye, encama xebata Şoreşa Îlonê bi xwe ye.

Îro jî Kurd, bi saya sere xebata serokê nemir Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî ên qehreman, gehiştîne qonaxa serxwebuniya Kurdistan.

Di koçkirina 39 salî ya serokê nemir de, em bejna xwe ber wî ditewînin û işaret pê didin ku baştirîn rêzgirtin ew e, ku Kurd di qonaxa îro de yekrêziya netewa Kurd biparêzin, ji ber ku serokê nemir grîngiyek taybet dida Yekrêziya Netewî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.