Fermandarê Fermandeya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê General Joseph Votel ragihand, ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê ye û herwiha derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê jî got, ku ev yek bandorê li şerê li hember DIŞIê dike.
General Joseph Votal di civîna li gel endamên Komîsyona Karûbarên Leşkerî ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê ye.”
Votal amaje bi wê yekê kir, ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pir giring e û diyar kir: “Li Iraqê hê jî astengiyên siyasî û çandî hene. dibe nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bibin sedema ne seqamgîriyê di paşerojê de.”
Fermandarê Fermandeya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê derbarê operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê jî da xuyakirin, ku ev pêngav bandorê li tekoşîna li hember DAIŞê dike.
Votel got: “Peywendiyên Amerîkayê li gel şervanên YPG nîne. Lê ev operasyona Tirkiyê bi awayeke raste rast bandorê li hewldanên têkbirina DIŞIê dike.”
Generalê amerîkî diyar kir: “Peywendiya malbatî ya gelek şervanan bi Kurdên Efrînê re heye. Lewma em niha ne çar in di navbera du bijardeyan yekî hilbijêrin. Gelo emê operasyonên li dijî DIŞIê temam bikin an alîkariyê bidin Kurdên Efrînê?”
Di axaftina xwe de Votel balkişande ser hevpeymaniya di navbera Enqere û Washingtonê de û da zanîn, ku di tekoşîna li dijî PKKê de ew dê alîkariyê bidin Tirkiyê û wiha bedewam kir:
“Lê divê Amerîka Tirkiyê hanbide da ku li xwe vegere. Çimkî ev karê wan bandorê li ser şerê DIŞIê dike.”
Fermandarê Fermandeya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê Joseph Votal roja 14ê Sibata îsal serdana Hewlêrê kiribû û li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Wezareta Pêşmerge civiyabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin