Şanda jinên sê parçeyên Kurdistanê nêzî Efrînê bûye

ji Kobanê ber bi Efrînê ve birê ket
کوردستان TV
100%

Şandeya Rêxistinên Jinên Kurd ku ji bo biçin Efrînê ji Herêma Federe ya Kurdistanê derbasê Rojava bûn gav bi gav ber bi Efrînê ve diçin. Şande duh li Kobanê li warê berxwedanê serdana gelek sazî û dezgehan kirin û îro ber bi Minbicê ketin rê.

Îro berxwedana li dijî dagirkeriya xak û qirkirinê di roja 40. de berdewam dike û bala cîhanê dikişîne ser ev îradeya mezin a tê nîşandan. Şandeya Jinên Kurd ku ji bo piştgiriya Efrîn ji bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê derbasê Rojava bûn gav bi gav ber bi Efrînê ve diçin. Şande piştî Kantona Cizîrê û Qamişloyê duh li bajarê berxwedanê Kobanê bûn û biryare îro ji bo derbasê Efrîn bibin biçin Minbicê.

Şande li Kobanê serdana sazî û dezgehên Kantona Kobanê kirin û li deverên ku bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonalîst lê şehîd bûne geriyan.

Şande serdana navenda PYD, Kongra Star ya Kantona Kobanê û Rêveberiya Herêma Federal a Firatê kir.  Di serdanan hate gotin ku berxwedana Efrînê Kurdan di warê netewî de nêzê hev kiriye û peyama pêwîstiya lezgîn ya pêk hatina yekîtiya netewî hate dayîn. Şandeya Jinan her wiha diyar kirin ku jin pêşengiya kîjan berxwedan û têkoşînê dikin serkeftinê jî mîsoger dikin.

Şande herî dawî serdana Şehîdgehên lehengên berxwedana Kobanê û mûzeyên zindî hiştina berxwedana Kobanê kirin.

Biryare îro şande derbasê Minbicê bibe û ji wir jî derbasê Efrînê bibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.