Parêzgarê Amedê rê nade çalakiyên 8ê Adarê

çalakiyên 8ê Adarê hatin qedexe kirin
کوردستان TV
100%

Platforma Jinan ya Diclê Amed bi mûnasebeta Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê bi daxwaza lidarxistina rêzçalakiyan yên di navbera 1-10’ê Adarê serî li Parezgeriya Amedê dabûn lê parezgerî destûr neda. Jin wê li dij biryarê îtraz bikin.

Parezgeriya Amedê, rêzçalakiyên Platforma Jinan ya Diclê Amedê ku bi mûnasebata 8’e Adarê bi duruşmeya “ Em hebûn, Em hene û em ê hebîn”dê di 1-10 Adarê de li dar bixe bi hinceta li derve çalakî pêk nayê qedexe kir.

Endamê Platformê û Parezer Gulşen Ozbek, li ser biryarê daxuyanî da û got “ Me bernameya xwe bi parezgeriyê re parve kir. Lê parezgerî hin çalakiyên me yên li derve qedexe kir û destûr neda.”

Ozbek da zanîn ku çalakiyên li cihê girtî nehatiye qedexekirin û ji bo mitînga 8’e Adarê ya li qada îstasyon ango 5ê Hezîranê jî hevditin berdewam dike.

Ozbek da zanîn ku ew ê li dij biryara parezgeriyê îtraz bikin.

Her wiha, Jinên endamên KESK’ê ya Edeneyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.  Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk jî diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.