Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Bexdayê sozên xwe yên li hemberî Kurdan bicîh neaniye û ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku ji bo sepandina destûra Iraqê fişarê li Bexdayê bike.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan di çarçoveya serdana xwe de heta niha bi gelek berpirsên Koşka Spî û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiyaye.
Mesrûr Barzanî derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Washingtonê de got: "Di serdana me de mijarên wekî guftûgokirin û pêşxistina peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêkên heyî, bûne rojev. Herwiha me behsa çawanî û pêwîstiya sepandinê ya Destûra Iraqê kir."
Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê ew qas soz dan lê dîsa jî heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti gav neavêtine û ev tişt gotin: "Vê yekê ji bo hesabên hilbijartinan dike. Nabe ji bo berjewendiyên hilbijartinan mafên neteweyeke ji 5-6 milyon kesan pêk tê, werin xwarin."
Mesrûr Barzanî di vê mijarê de rexne li Amerîkayê jî girt û got, ew bawer nake Amerîkayê fişar li Iraqê kiribe ku wan sozên xwe yên dane kurdan, bi cih bîne. Şêwirmendê asayişa Herêma Kurdistanê Barzanî bal kişand ser ku mijara pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de êdî ne mijareke siyaseta navxweyî ye û got, "Beriya niha em li Munihê jî ligel birêz Nêçîrvan Barzanî bi Heyder Ebadî re civiyan û me li hev kir ku balafirgehên Kurdistanê di demeke nêzîk de vebin. Lê her tim bi bihaneyekê balafirgehan venakin. Pirsgirêk siyasî ye, ne teknîkî ye. Loma jî nabe ku ji bo hilbijartinan fişarê li neteweyekê bikin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin