Almanya projeyeke mezin yê veguhastinê li Hewlêrê cîhbicîh dike

Almanya projeya pas ya li Hewlêrê cîhbicîh dike
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Almanya di berdewama alîkariyên ji bo herêma Kurdistanê de toreke pas li bajarê Hewlêrê dê damezrîne.

Li gor zanyariyên berdest, duh 26.02.2018ê Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hedî li bajarê Dusseldurf ê Almanya li gel berpirsên desteya hatûçûnê ya bajar civiya û belgeyek lêktêgeheştinê îmza kirin.

Li gor wê belgeyê desteya hatûçûnê ya Almanya sîstemek bo pas li bajarê Hewlêrê dadimezrîne û çend pas jî wek diyarî ji bo Hewlêrê dê rêbike. 

Hikûmeta Almanya di destpêka êrîşên rêxistina terorîst a DIŞIê li ser herêma Kurdistanê, bi rêkirina alîkariyên mirovî, çek û şêwirmendên leşkerî ve alîkariya herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike. 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.