Parlementerekî PDKê daxwaza vekêşana Kurd ji Bexdayê dike.
Parlementerê parlementoya Iraqê yê PDKê Şaxewan Abdulah daxûyakirin ku, lazime nûnêrên kurd yên li Bexdayê bilez ji hikûmet û parlementoya Iraqê xwe vekişînin. Ji ber ku tu niyeta Bexdayê ku mafê kurda nasbike tuneye.
Di derbarê biryara hikûmeta Iraqê ya dirêjkirina qedexeya li ser balefirxaneyên Kurdistanê de Abdulah dibêje: Ev biryar bi xwe belgeya vê yekê ye ku hikûmeta Bexdayê di derbarê Kurdistanê de di nava leptek xirab de ye. Hewl didin bûdceya Kurdistanê ji %17ê daxin ji % 12.6 , Ev yek bi biryara Serokwezîr Heyder Ebadiye, em hêja hêviya çine ez tê nagihim.
Parlementerê PDKê di berdewamiya axvtina xwe de dibêje: Divê kurd ji hikûmet û parlementoya Iraqê vekişin, kurd çikas di vê helwestê de dereng bimînin ewkas ji zerera kurdan re ye. Ji ber ku ti niyeteke Bexdayê naskirina mafê kurdan tineye. Ti eleqeya vê bi hilbijartinê nîne.Divê zûtirîn dem kurd ji Bexdayê vekişin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin