Parlementeriya du Perlemantarên din yên HDPê hat betal kirin

zextên tirkiyeyê li dijî HDPê didomin
کوردستان TV
100%

Tirkiyeyê parlementeriya parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim û parlementerê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan betal kir.

Hat ragihandin ku Tirkiyeyê parlementeriya parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Ahmet Yildirim û parlementerê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan bi sedema ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, betal kir.

​Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş di hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê de bertek nîşanî biryarê da. Beştaş diyar kir ku Ahmet Yildirim ji bo ku ‘heqaret' li Serokomar (ê Tirkiyeyê kiriye) û Ibrahîm Ayhan jî ji ber parvekirineke xwe ya li ser medyaya civakî hatine sizadan.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.