Artêşa Tirk û çeteyên wê îro gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê topbaran kirin, di encamê de du welatî şehîd bûn û 3 welatiyên din jî birîndar bûn.
Nûçegihanên me di kêliya topbarana li ser gund de amade bûn û raporek amade kirin.
Navên her du welatiyên ku şehîd bûne wiha ne:Mehmûd Menxawî û Mihemed Welîd.
Hêjayî gotinê ye ku duh jî balafirên şer ên artêşa Tirk li heman gundî komkujiyek pêk anîn û di encamê de 5 welatiyê sivîl şehîd bûn.
Topbarana li ser navenda herêma Cindirêsê û gundê Yelanqoz dewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin