Ebadî fermanek nû derbarê balefirgehên Kurdistanê de derxist

belefirgehên Kurdistanê heta sê mehên din nayên vekirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Iraqê fermanek derbarê vekirina balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Silêmaniyê derxist.

Li gor zanyariyên hatin belav kirin, îro 26.02.2018ê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman daye ku heta roja 31.05.2018ê balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Silêmaniyê nayên vekirin.

Berê jî çavdêran behs kiribûn ku Heyder Ebadî vekirina balefirgehên herêma Kurdistanê de wek karteke helbijartinê bikartîne û dixwaze dengên dijî kurd li Iraqê bidest bixe.

Biryare roja 12.05.2018ê helbijartinên parlamentoya Iraqê, li hemû bajarên Iraqê û herêma Kurdistanê pêkbê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.