Nîjerya wendabûna 110 keçan piştrast kir
Hikûmeta Nîjerya roja Yekşemê piştrast kir ku piştî êrîşek Boko Heram bo ser bajarokekî li bakurê rojhilata wî welatî, 110 keç wenda bûne.
Ew êrîşa Boko Heram li roja duşema borî çêbû, lê karbidestan bêdengî li hember wê bûyerê kiribûn.
Wezareta agahiyan ya Njeryayî dide zanîn ku ew keç ji Zanîngeha Zanist û Teknînkî ya hikûmetî li bajarokê Dapçî ya wîlayeta Yobe diyar neman, piştî çekdrên Boko Heram roja duşema borî dest bi ser xwendingeha wan de girtine.
Serokê Nîjerya Muhammadu Buharî roja yekşemê got ku bo lêgerînê li pey wan keçan, firoke û serbazên zêdetir berev wê herêm hatine hinartin.
Karbidestan li destpêkê wendabûna wan keçan red kiribûn, û digotin piştî êrîşa Boko Heram wan xwe di nav daristanê de veşartine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin