Berdevka Fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku hemû hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina vîna gelê Efrînê û Bakurê Sûriyê têk çû û got ku berxwedana Efrînê yekrîziya gelê Kurd ava kir.
Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û berxwedana gelê herêmê û şervanan a li hemberî van êrîşn, Berdevaka Femî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah ji ajansa me (ANHA) re axivî. Nesrîn Abdullah got, “Çawa şervanên jin li Kobanê bûne sembolên serkeftinê li Efrînê jî wê siba bin.”
Nesrîn Abdullah got, “Berxwedana Serdemê ket roja xwe ya 37‘an. Şervanên YPJ/YPG û QSD‘ê bi destekdayîna gel li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berxwedaniyeke mezin didin meşandin û bersiva êrîşan didin.”
Berdevka Fermî ya YPJ‘ê anî ziman ku rexmî hemû çekên giran û çekên ku di qada navdewletî de hatin qedexekirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê bi kar tînin, yek gav derbasî Efrînê nebûne û nikarin vîna gelê herêmê têk bibin.
Nesrîn Abdullah her wiha diyar kir ku berxwedana gelê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir yek û got, “Îro bi hezaran Kurdistanî li tevahî cîhanê xwedî li gelê Efrînê derdikevin. Ev yek diyar dike ku hemû komployên li dijî gelê Kurd vala têne derxistin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin