The Guardian: Serokên dinyayê çima piştgiriyê didin êrîşa ser Efrînê?

The Guardian derbarê Efrînê de babetek belav kir
کوردستان TV
100%

 Nivîskar David Graeber di gotara xwe ya rojnameya The Guardianê de, operasyona dijî Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê dinirxîne û dibêje, ‘Parêzvanên Kobaniyê li dijî êrîşkarên îslamî DIŞIê bi ser ketin, qenciyê zora xerabiyê bir û niha li Efrînê jî heman tişt diqewime.”

David Graeber di nivîsa xwe de balê dikişîne ser ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên piştgiriya wan dike, niha li aqlê selîm ê şerê Sûriyeyê û aştiyê parçe parçe dikin.

Nivîskarê îngilîz dibêje, "Sê sal berê, dinyayê li şervanên jin û mêr ên piraniya wan bi keleşkofan li bajaroka Kobaniyê berevanî li hemberî milîtanên îslamî yên bi tank, top û çekên pêşketî temaşe kirin. Yên berevanî dikirin, israr dikirin ku ew ji bo şoreşa demokratîk a femînîst têdikoşin. Şervanên îslamî jî tam ji bo vê yekê dixwestin wan tune bikin. Lê parêzvanên Kobaniyê bi ser ketin û ev yek wek serketina qenciyê li hemberî xerabiyê hat silavkirin."

Nivîskar dide zanîn, niha jî li Efrînê heman tişt diqewime û bêdengiya serok û welatên cîhanê wiha tîne ziman: "Niha heman tişt pêk tê. Tenê vê carê hêzên cîhanî, bi awayekî rijd li kêleka êrîşkaran disekinin. Bi awayekî xerîb, vê carê êrîşkaran serokên dinyayê, raya giştî pê razî kirine ku ew hemwelatiyên Kobaniyê yên wê demê piştgiriya wan kiribûn, niha terorîst in."

Nivîs wiha didome: "Mijara gotinê niha Efrîn e ku tekane hêza YPG-YPJ ya Kobanî parast û têkoşîn li dilê DIŞIê Reqayê daye ye."

Nivîskar gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên; ‘Mebesta me radestkirina Efrînê bo hemwelatiyên rastîn ê Efrînê ye' bi bîr dixe û dibêje, "Ev niyeta veşartî ya paqijkirina niştecihên kurd ji Efrînê' eşkere dike.

David Graeber herwiha destnîşan dike ku ev zêdeyî mehekê ye, ‘têkoşerên YPG-YPJê bi awayekî girîng pêşî li êrîşê girtin. Lê wan ev bêyî piştgiriya ti hêzeke dinyayê kir. Heta Amerîkaya ku li herêmên DIŞIê piştgiriya YPGê dike jî, ji bo parastina Efrînê qet xwe nelivand."

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.