Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, ji ber Heşda Şeibî bi hezaran kurdên êzîdî li ser çiyayê Şingalê asê mane û di rewşek kambax de dijîn.
Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf diyar kir ku li ser çiyayê Şingalê 2300 malbatên êzîdî hene ku ji tirsa terorîstan li wir dijîn.
Weysî Nayîf her wiha got, piştî ku Şingal ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin beşek ji wan vegeriyan lê piştî ku Heşda Şeibî derbasî Şingalê bû, dîsa vegeriyan ser çiyê.
Serokê encumena Şingalê anî ziman ku rewşa wan êzîdiyan gelekî kambax e û got, çiyayê Şingalê hatiye dorpêçkirin ji aliyê Heşda Şeibî ve. Ti dezgeh û saziyeka mirovî nikare alîkariya wan koçberan bike, rêya Mûsilê jî girtî ye ji ber wê jî neçar in bo dabînkirina pêdiviyên xwe derbasî Sûriyê bibin, ew jî gelekî bi zehmet e.
Weysî Nayîf rexne li hikûmeta Iraqê jî girt û got, hikûmeta Iraqê çareyekê ji rewşa wan kurdên êzîdî re nabîne. Bexdayê xwe bêdeng kiriye û tiştekî nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin