Li ser navê wezareta pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku hêj perê Amerîkayê yê bi miqdara 365 mîlyon dolarî negihaye pêşmerge.
Amerîka dibêje ku ew di herêmê de Kurdistaneka bi hêz dixwazin û wê alîkariya wan bo Kurdistanê dewam bike. Her çendîn pere negihaye pêşmerge jî ew pere wê bo 14 lîwayan be ku jimara pêşmêrgeyên 14 lîwayan dike 36 hezar pêşmergeyan.
Perê ku Amerîka bo pêşmerge veqetandiye, wê bikeve hesabê wezareta darayî ya Iraqê û ji wê derê her meh bo perwerdê û maaşên pêşmergeyan here Kuridstanê. Kefaleta wezareta darayî ya Iraqê Amerîka girt ser xwe. Pere ne li ser hesabê dolar lê wê bi hesabê dînar bê şandin bo pêşmergeyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin