Hollanda li Kurdistanê zanîngeheke çandinî vedike

vê çandiniya Kurdistanê pêş bixe
کوردستان TV
100%

Konsulusa giştî ya Hollandayê li Kurdistanê Janet Alberda diyar kir ku ew dixwazin zanîngeheke warê çandiniyê bînin Kurdistanê û got: Daxwaz heye ku di warê çandiniyê de karekî zêdetir bê kirin. Lê take pirsa sektora kiştûkalî ne ew e lijneyên kiştûkalî hebin, pirsgirêk heta niha ew e ku ti siyaseteke kiştûkalî li holê nîne.”

Konsula Giştî ya Hollandayê li Herêma Kurdistanê  Janet Alberda, çend rojeke ji geşta xwe ya Holandayê vegeriya ye Kurdistanê. Di wê geşta xwe de beşdarî civîneke berfireh a ligel balyoz û konsulên Holandayê li seranserê cîhanê bûbû.

Derbarê wê geşta xwe de Janet Alberda wiha dibêje: Me kabîneyeke nû pêk aniye û di nav de wezîrê derve û wezîrê bazirganî û girîngîdana derve jî cih digirin.

Alberda di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de, qala wê yekê dike ku Holanda wek hevbeşekî serekî beşdarî bingehdanîna Iraq û Herêma Kurdistanê ya piştî DIŞIê dibe û hebûna leşkerî ya Holandayê jî li Iraqê berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.