YPGê ragihad, Artêşa Tirkiyê karwana sivîlên ku ji herêmên Cizîrê û Firatê dihatin Efrînê, kirine armanc û di encamê de hejmarek kesên sivîl bûne qurbanî.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê di daxuyaniyekê de da xuyakirin, karwaneke xelkê sivîl ku ji bo piştgiriya Efrînê li hember êrişên Tirkiyê, duh Pênşemî 22ê Sibata 2018an ji herêmên Cizîrê û Firatê diçû Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê ve hatine bomebarankirin û di encamê de hejmareke zêde ya xelkê sivîl bûne qurbanî.
Li gorî daxûyaniya YPGê, şeva bihorî dema ku ew karwana sivîlan gihîşte ser sînorê Efrînê, li xala kontrolê ya ser sînorê Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bû armanca topbaran û bombebaranan.
Fermandariya Giştî ya YPGê li Efrînê diyar kiriye, “ew karwana sivîlan ku ji jinan û pîran û piştevanên sivîl ên Efrînê pêk dihat, ji aliyê firokeyên Tirkiyê û herwiha yekîneyên terorîst ve bi çekên giran rastî topbarana rasterast hat, ku di encamê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Kantona Efrînê hatin veguhastin.”
Herwiha çavkaniyên medyayî yên nêzîkî YPGê jî belav kiriye, ku di encama bombebaran û topbaranan de, welatiyekî sivîl canê xwe ji dest daye û 12 kesên sivîl jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin