Fîlma Bîranînên Min ên Bi Herî di festîvala navnetewî de beşdar dibe

li Îtaliyayê jî tê nîşandan
کوردستان TV
100%

Vê li Îtaliyayê jî were nîşandan.

Kurtefîlma derhênerê kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Zanyar Mihemed Nekû yê bi navê "Bîranînên Min ên Bi Herî" dê li Îtalyayê di festîvalekê de were nîşandan.

Kurtefîlma bi navê "Bîranînên Min ên Bi Herî" yê ku derhênerê kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Zanyar Mihemed Nekû nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye dê li Îtalyayê di Festîvala Fîlman ya San Mauro Torinese ya Navneteweyî de were nîşandan.

Serokê Civata Sînemaya Ciwanan ya Eyaleta Azerbaycana Rojava ya Îranê Îhsan Mehdiyan derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Ev kurtefîlm bi qasî 3 deqe û nîvan e û şer bi awayekî tundî rexne dike. Bîranên pîrotekî dike mijar. Ev fîlm ji bo kesên ku di sala 1987’an de li bajarê Serdeştê yê Kurdistana Îranê ku rastî kîmyabarana rejîma Sedam hatine û qurbaniyên bûyera Hîroşîmayê ya sala 1945’an hatiye pêşkeşkirin."

Mehdiyan destnîşan kir ku di fîlm de Suleyman Gavipence rol giritye û herwisa ev fîlm di dema borî de li Hindistanê di Festîvala Fîlman ya Kargil ya Navdewletî de hat nişandan.

Festîvala Fîlman ya San Mauro Torinese ya Navdewletî di 23yê Gulanê de li Îtalyayê destpê dike.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.