Piştî Tirkiyeyê, Hikûmeta Îranê biryar daye ku dana Vîzeya Komara Îslamî ya Îranê bo welatiyên Herêma Kurdistanê hinekî hêsantir bike ku bikarin zûtir Vîzeya Îranê bistînin.
Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê daxuyaniye weşand ku kopyayeyeke wê ji peyamnêrê Sputnik Kurdistanê re şand.
Konsulxaneyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku "ji bo alîkariyeke baştir bo geştyar û seyrangeran di dema serdana Îranê dikin de û herwiha bo zêdekirina xizmetkariyên pêwîst di warê wergirtina vîzeya îranî de, Hikûmeta Tehranê biryar daye ku bhayiya vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê bike 38 dolar."
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin ji bo wergirtina vîzeya Îranê serdana Konsulxaneyên Îranê li Hewlêr û Silêmaniyê û dê di 390 deqîqeyan de vîzeyê bistînin.
Li gorî daxuyaniyê de, ew kesên ku li deverên dûr in an jî li derveyî welatî ne, dikarin serdana nivîsgehên taybet ên ji bo wergirtina vîzeyan dixebitin bikin."
Li ser karê bazirganî û bazirganan jî xuya dike ku ew dikarin ji konsulxaneya Îranê vîzeya sê-mehî heta şeş-mehî wergirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin