Fransa: Rewşa Efrînê ber bi karesateke mirovî ve diçe

ji bo Efrînê serdana du welatan dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku dê ji bo rewşa Efrînê biçe Moskova û Tehranê îro li parlamentoya Fransayê di derbarê rewşa Efrîn û Sûriyê de axivî.

Jean-Yves Le Drian ku îro gotibû: ‘Li ser daxwaza Serokkomar Macron ji bo gotûbêjkirina rewşa Efrînê di demek nêz de ez ê biçim Moskova û Tehranê.’

Le Drian li parlamentoya Fransayê jî di derbarê geşedanên dawîn û rewşa Efrînê de axivî û ragihand ku ku rewş ber bi karesateke mirovî ve diçe.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî berî niha operasyona Tirkiyê rexne kiribû.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.