NY bo berevaniya sîvîlên li Sûriyê bang li aliyên şer dike

NY daxwaza rawestandina şer dike
کوردستان TV
100%

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku jiber kuştina sîvîlên li Gutaya Rojhilat ketine fikarên kûr.

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric da zanîn ku Guterres bang li hem alîyan dike ku berevaniya sîvîlan bikin û mafên mirovan yên bingehîn biparêzin.

Dujarric bi bîr xist ku Rûsya, Tirkiye û Îranê, di civînên Astana de biryar daye ku Gutaya Rojhilat bikin herêmeke herêm û bang li wan dewletan kir ku li ser soza xwe bisekinin.

Dujarric diyar kir ku li Gutaya Rojhilat 400,000 di bin top û bombebaran de dijîn û jiber dorpêça Artêşa Sûriyê jî bo xwarin û vexwarin di şertên dijwar de dijîn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.