Konsulê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karacayî ragihand ku Hikûmeta Enqereyê mekanîzmeyeke nû ji bo dana vîzeya Tirkiyeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê pêk tîne ji bo ku di zû vîzeya Tirkiyeyê wergirin.
Berî niha vîze di rêya nivîsgeheke Hikûmeta Tirkiyeyê ku li herêmê vekiribû re dihatin dan lê hinek gîro dibûn û welatî çend rojan li hêviya vîzeyê diman.
Konsulê Tirkiyeyê daxuyaniyek da saziyên ragihandinê û tê de diyar kir ku ew hewl didin ku pêwendiyên xwe di hemû waran de li gel Herêma Kurdistanê xurt bikin, nexasim di warê tûrîzmê de.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, konsulê tirk ragihand ku Tirkiye dê bi rêyeke hêsan vîzeyê bide welatiyên Herêma Kurdistanê û bi rêya hinek şirketên taybet dê bikarin di yek rojê de daxwaze vîzeyê bikin û di heman rojê de bistînin jî."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin