Pêşmergeyên birîndar jî li dijî ambargoya li ser Kurdistanê xwepêşandan kirin

pêşmergeyên birîndar jî xwepêşandan kirin
کوردستان TV
100%

Piştî nexweşiyan, pêşmergeyên ku di şerê DIŞIê de birîndar bûne li dijî ambargoya ku Iraqê daniye ser Kurdistanê, xwepêşandan kirin.

Qasekî beriya niha bi dehan pêşmergeyên ku di şerê DIŞIê de birîndar bûne, li ber ofîsa NY li Hewlêrê kom bûn.

Pêşmergeyên birîndar nerazîbûna xwe li hember ambargoya ku hikûmeta Iraqê ji kerba referandoma serxwebûnê daniye ser Kurdistanê, nîşan dan û daxwaz ji NY kirin fişarê bixe ser Bexdayê bo nehîştina ambargoyê.

Pêşmergeyên birîndar her wiha daxwaz kirin firokexaneyên Kurdistanê demildest bên vekirin ji ber ku beşek ji wan neçar in li derveyî Kurdistanê bên dermankirin.

Duhî jî bi dehan nexweşên ku nexweşiya wan giran e, li ber ofîsa NY kom bibûn û daxwaza nehîştina ambargoya ku Iraqê daniye ser Kurdistanê, kiribûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.