Li Moskowê pirsa Kurd tê gotûbêj kirin

îro yekem roja konferansê ye
کوردستان TV
100%

Li Moskowa paytexta Rûsyayê konferansek derbarê Rojhilata Navîn û rola Rûsyayê li Rojhilata Navîn tê sazkirin. Pirsa Kurd yek ji mijarên konferansê ye û ji Başûrê Kurdistanê şandek bi serokatiya Hêmin Hewramî Şêwirmendê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî beşdar dibe.

Konferans vê sibê bi sernavê Rola Rûsyayê li Rojhilata Navîn dest pê kir. Ku niha Rûsya li tevahiya Rojhilata Navîn wek aktorekî serekî rol dibîne.

Roja yekem a konferansê de behsa rola Rûsyayê tê kirin û herwiha pirsa Sûriyê, Kurdistan, Lîbya û Rojhilata Navîn bi giştî ji aliyê pispor û şarezayên welatan ve tê gotûbêj kirin.

Di roja yekem a konferansê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û Rawêjkarê Serokê Sûriyê amade bûn. Lavrov bi giştî behsa wê yekê kirk u Rûsya daxwaza mafên destûrî yên Kurdan dike û ligel aramkirina rewşa Efrînê ye.

Biryar e sibe (20.02.2018) wate di duyem roja konferansê de panêlek li ser pirsa Kurd û çawahiya çareserkirina pirsê tê sazkirin. Ji xeynî Hêmin Hewramî, Nûnerê PDKê Xoşewî Mele Îbrahîm û N

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.