Heyva Sor a Kurd raporteke qurbaniyên jin ên Efrînê weşand

hevya sora Kurdistanê amareke taybet belav kir
کوردستان TV
100%

Heyva Sor a Kurd li Efrînê raporteke berfireh li ser qurbaniyên jin ên sivîl ji Sputnik kurdistanê re şand û tê de diyar kir ku heta niha 44 jin birîndar bûne û 17 jî hatine kuştine.

Heyva Sor raporta xwe herêmê bi herêm senifandiye û tê de wiha ragihandiye:

Li navçeya Bilbilê 5 jin birîndar bûne.

Li navçeya Cindirêsê 12 jin birîndar bûne û 3 hatine kuştine.

Li navçeya Racoyê 5 jin birîndar bûne û 2 hatine kuştine.

Li navçeya Şerayê 3 jin birîndar bûne.

Li navçeya Şerawayê jin birîndar bûye û 5 jin jî hatine kuştine.

Li navçeya Şiyeyê 10 jin birîndar bûne û 6 jin jî hatine kuştin.

Li navçeya Mubetayê 2 jin birîndar bûne û jinek jî hatiye kuştin.

Li navenda Efrînê 6 jin birîndar bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.