Çavuşoglu: Ger hêzên Sûrî têkevin Efrînê emê şerê wan bikin

tirkiye gefan li sûriyeyê dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê hişyarî da hikûmet Sûriyê ku ewê şerê hêzên wê ku bo parastina şervanên YPG'ê têkevin Efrînê, bikin.

Cavuşoglu di preskonferansekê de li Urdunê got: Ku hikûmet jibo paqijkirina PKK'ê û PYD'ê dikeve Efrînê, pirsgirêk tuneye, lê ger tên ku wan biparêzin, ti kes û ti tişt nikarin me bisekinînin, leşkerên Tirk rawestînin.

Medya dewleta Sûrî ragihand ku mîlîşayên ser bi hikûmetê, di demjimerên pêşî de têkevin Efrînê ku dijî hêzên Tirk şer bikin.

Tirkiyê meha borî dest bi operasyoneke leşkerî ya dijî herêma Efrînê kiribû.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.